30 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 03 Mijdar 2015
ANKARA
Dahata tûrîzmê di çaryeka sêyemîn a salê de li gor heman heyama par ji sedî 4,4 daket û bû 12 milyar û 294 milyon û 189 hezar dolar.
Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (SÎT) îstatîstikên heyama tîrmeh-îlonê ya sala 2015an a tûrîzmê eşkere kir.
Li gor îstatîstikên ku hatin eşkerekirin dahata tûrîzmê ya Tirkiyeyê di çaryeka sêyemîn a îsal de li gor heman heyama par ji sedî 4,4 daket û bû 12 milyar û 294 milyon û 189 hezar dolar. Dahata tûrîzmê ji sedî 80,9 ji ziyaretvanên biyanî û ji sedî 19,1 jî welatiyên ku li derveyê welêt rûdinên hat.
Di heyama ku ziyaret hat kirin de ji bo şexşî 8 milyar û 967 milyon û 301 hezar dolar pere hat xerckirin û 3 milyar û 326 milyon û 888 hezar dolar jî bo tûrên pakêt hat xerckirin.
- Hejmara ziyaretvanan ji sedî 1,9 zêde bû
Hejmara ziyaretvanên ku ji Tirkiyeyê derketin di vê heyamê de li heman heyama par ji sedî 1,9 zêde bû û derket 17 milyon û 408 hezar û 994 kesî.