Dinya, archive

Bertekên ji bo biryara darvekirina Mûrsî

Baroya Diyarbekirê ji bo ku biryara darvekirinê ya der heqê Mihemed Mûrsiyê serokomarê hilbijartî yê Misrê û hevalên wî de bê rakirin, ji Balyozxaneya Enqereyê yê Misrê re name şand.

23.06.2015 - Rojanekırın : 23.06.2015
Bertekên ji bo biryara darvekirina Mûrsî

DIYARBAKIR

 

Baroya Diyarbekirê ji bo ku biryara darvekirinê ya der heqê Mihemed Mûrsiyê yekem serokomarê hilbijartî yê Misrê û hevalên wî de bê rakirin, ji Balyozê Enqereyê yê Misrê Hussein El Saharty re name şand. 

Serokê Baroyê Tahîr Elçî û komek parêzer hatin Şûbeya Navçeya Sûrê ya PTTyê û ji bo ku nameyan ragihînin hikûmeta Misrê name ji balyozxaneyê re şandin. 

Elçî vir daxuyaniyek da û diyar kir ku hikûmeta Misrê bi derbeya leşkerî ji peywirê hat dûrxistin, pişt re birêvebiriya leşkerî welêt bi usûlên derasayî bi rê ve bir.

Elçî qal kir ku birêvebiriya leşkerî di serî der Serokomar Mûrsî gelek rayedarên hikûmet û Îxwanê di îqtidarê de girtin. Elçî got ku girtinên komî yên polîtîk, darizandina ne serbixwe û alîgir, biryarên darvekirinê yên ku bi armanceke polîtîk hatine dayîn tê wê wateyê ku hikmên herî bingehîn ên belgeyên navneteweyî yên ku ji bo dewleta Misrê pêgirêder in, tên îxlalkirin. 

Elçî destnîşan kir ku di encama darizandinên ku ji aliyê dadgehên ku li gor hiqûqa derbeya leşkerî, bi emr û telîmatên birêvebiriya leşkerî tevdigerin ve tên kirin de der barê Mûrsî û bi sedan girtiyên polîtîk de biryara darvekirinê hat dayîn, ev yek nîşan dide ku birêvebiriya leşkerî guh nade nirxên gerdûnî yên wekî demokrasî û mafên mirovan û axaftina xwe wiha berdewam kir:

"Birêvebiriya leşkerî heta niha guh nedaye bangê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî yên ji bo ku birêvebiriya derbeyê darizandin û biryarên darvekirinê bên seknandin. Agahiyên dibêjin ku dê biryarên darvekirinê bên tetbîqkirin di nav raya giştî de belav dibin. Cezaya darvekirinê sepaneke li dijî mafên mirovan, derveyî mirovahiyê ye. Cezaya mirinê, pêvajoya tetbîqkirinê û awayê bicîanîna wê li dijî rûmeta mirovahiyê ye."

Elçî da zanîn tiştên ku li Misrê diqewimin dişibin sepanên cuntaya leşkerî ya ku 35 sal beriya niha li Tirkiyeyê qewimîn û axaftina xwe wiha berdewam kir: 

"Divê aqûbeta Kenan Evrenê serokê birêvebiriya derbeya leşkerî ya 12ê îlonê ji bo kesên ku îro li Misrê van tiştên rûreş dikin re bibe ders. Bêguman Birêvebiriya Leşkerî ya Misrê ji niha ve di wijdana raya giştî ya dinyayê de ji niha ve bûye mehkûm û her wiha dê nekarin ji cezaya sûcên ku dikin jî birevin. Li ku dera dinyayê dibe bile bibe cezaya darvekirinê ceza û sepaneke wisa ye ku rûmeta mirov dixe bin lingan. Divê civaka navneteweyî jî wekî rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî bi awayekî bibandor li dijî cezayên darvekirinê û darizandina ku li dijî nirxên demokratîk û mafên mirovan derdikeve yên birêvebiriya leşkerî ya Misrê derkevin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın