Tirkiye

Qanûna Derbarê Guherîna Qanûna Bingehîna Komara Tirkiyeyê ji Serokkomariyê ra hate şandin

Qanûna Derbarê Guherîna Qanûna Bingehîna Komara Tirkiyeyê ji Serokkomariyê ra hate şandin.

02.02.2017 - Rojanekırın : 03.02.2017
Qanûna Derbarê Guherîna Qanûna Bingehîna Komara Tirkiyeyê ji Serokkomariyê ra hate şandin

TBMM

TBMM

Qanûna Derbarê Guherîna Qanûna Bingehîna Komara Tirkiyeyê ku "Sîstema Serokkomariyê" jî di xwe da digire ji Serokkomariyê ra hate şandin.

Qanûna ku ji 18 maddeyan pêk tê, piştî xwendina wê ya dawî ji aliyê Serokayetiya Qanûn û Qerarnameyan ya TBMMê va, ji aliyê Wekîlê Serokê TBMMê Ahmet Aydin va hat îmzakirin.

- Naverok

Li gorî qanûnê, hejmara parlementeran wê ji 550î derkeve 600î, temenê xwehilbijartinê wê ji 25an dakeve 18an.

Hilbijartinên TBMMê û Serokkomariyê wê ji 5 salan carekê di heman rojê da bên encamdan. Kesê ku weke Serokkomar hat hilbijartin wê têkiliya wî ji partiya wê neyê birîn.

Dema derbarê Serokkomar bi îdiaya ku sûc kiriye, piraniya reha ya hemî endamên TBMMê pêşniyaz were dayîn, wê rê li pêşiya lêpirsîna serokkomar vebe.

Wê alîkarên serokkomar û wezîr ji aliyê serokkomar va bên damezrandin û ji kar bên dûrxistin. 

Wê 3 ji 5an ya hemî endamên TBMMê karibin biryarê li ser nûkirina hilbijartinê bidin. 

Dema ku serokkomar biryara nûkirina hilbijartinê da wê hilbijartina giştî ya TBMMê û ya serokkomar pêkve bê kirin.

Heger TBMM di serdema duyema serokkomar da biryara hilbijartinê bide, wê gavê serokkomar dikare dîsan bibe namzed.

Hilbijartina bê ya TBMMê û ya serokkomar wê di 3yê mijdara 2019an da bê kirin. 

Wê hejmara endamên Dadgeha Qanûna Bingehîn ji 17an dakeve 15an.

- 15 roj mîada serokkomar heye

Ji bo pesendkirin yan îadaekirina qanûnê 15 roj mîadê serokkomar heye.

Dema ku serokkomar qanûn pesend kir, bi mebesta ku biçe referandûmê wê di Rojnameya Fermî da bê weşandin.

Referandûm piştî weşana Qanûna guherînê di Rojnameya Fermî da bi 60 rojan, yekşema yekem wê bê kirin.

Tê çaverêkirin ku referandûm di 9 yan 16ê nîsanê da bê encamdan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın