Dibistanên ku dê perwerdeya kurdî bidin hatin vekirin
Li Diyarbekir, Şirnex û Hekariyê Kurdî-Der, KCD, DBP û Egîtîm Sen jî di nav de bi piştgiriya hin saziyên sivîl û partiyên siyasî 3 dibistanên ku dê perwerdeya kurdî bidin hatin vekirin.

Li Diyarbekirê Komaleya Pêşxistin û Lêkolîna Zimanê Kurdî (Kurdî-Der) ( Kongreya Civaka Demokratîk KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Egîtîm Sen jî di nav de bi piştgiriya hin saziyên sivîl û partiyên siyasî dibistana seretayî hat vekirin. Ji ber ku îro dibistanê dest bi perwerdeyê kir komek li ber Navenda Çandê ya Kayapinarê kom bû û heta Mala Piştgiriya Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger a Şaredariya Baglarê meşiyan.
Sekretera Giştî ya Egîtîm-Senê Sakîne Esenê li ber Qaymeqamtiya Baglarê daxuyanî da û parast ku astengkirin û qedexekirina perwerdeya bi zimanê dayikê tê wê wateyê ku di heman demê de nasnameyek tê înkarkirin.
Esenê got ku heta niha bersiveke erênî nedan daxwazên kurdan ên ji bo perwerdeya zimanê zikmakî û wiha axivî:
"Îro 3 dibistan hatin vekirin. Wateya vê yekê ev e; heke dewlet bersivê erênî nede daxwaza kurdan a ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê û şûna vê yekê de dersên hilbijartî bide, wê demê gelê kurd dê bixwe dibistanên xwe veke û li dibistanên xwe xwedî derkeve. Me dibistanên xwe çawa vekirin em dê wisa jî wan biparêzin."
- Dibistana li navçeya Cizîrê
Li Cîzira navçeya Şirnexê komek li ber Şûbeya Kurdî-Derê kom bû û heta Midûriya Perwerdeya Neteweyî meşiya.
Parlementerê HDPyê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Seroka Şaredariya Cizîrê Leyla Îmret û hevserokê wê Kadîr Kûnûr, hin saziyên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî beşdarî meşê bûn.
Birêvebirê şûbeya Kurdî-Derê Abdûrrahman Aşkin vir daxuyaniyek da û got ku gelekî ku zimanê xwe winda bike çand û rûmeta xwe jî winda dike û wiha dewam kir "Ji ber vê yekê her gel çiqas li zimanê xwe xwedî derkeve ew qas heye û çiqas li zimanê xwe xwedî derkeve ew qas hebûna xwe berdewam dike."
Kom piştî daxuyaniyê hat li ber navenda perwerdeyê ya bi navê "Bêrîvan" a li Taxa Nûrê ya ku dê perwerdeya kurdî bide. Piştî merasima vir dibistan hat vekirin.
Seroka Şaredariya Cizîrê Îmret di merasima vebûnê de axivî û parast gelê kurd ji bo ku van rojan bibîne gelek bedêl dan û axaftina xwe wiha berdewam kir: Em dê nîşanê hemû cîhanê bidin ku em ji niha pê ve dikarin xwe bixwe bi rê ve bibin. Berê niha dibistanên me tunebûn lê niha dibistanên me jî çêbûn. Zarokên me dê vir bi zimanê zikmakî perwerdeyê bibînin. Zarokên kurdan mecbûr nînin bi zimanekî ku nizanin perwerdeyê bibînin. Em amade ne ku bi hemû derfetên xwe li dibistana xwe xwedî derkevin."
Parlementerê HDPyê Sariyildiz jî diyar kir ku gelê kurd ji pêvajoyeke girîng re derbas dibe û wiha axivî: "Dibistana Bêrîvan a ku em dê niha vekin, destketiyê me ye. Her kes divê bi awayekî birûmet lê xwedî derkeve. Tu gef û tehde nikare me ji mafê me yê perwerdeya bi zimanê zikmakî bike."
-Dibistana li Yuksekovayê (Gever)
Dibistana ku dê li Yuksekovaya navçeya Hekariyê perwerdeya kurdî bide jî hat vekirin.
Koma ku li Xaçerêya Girtîgeha Kevin kom bû bi dahol û zirne û pankart û dovîzên ku girîngiya perwerde bi zimanê zikmakî nîşan didin, heta Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê meşiya.
Birêvebirê Kurdî-Derê Denîz Bulbîn vir daxuyaniyek da û da zanîn ku zimanê dayikê mafeke wisa ye ku tu kes nikare wê asteng bike û wiha axivî: "Em bi vê armancê vebûna dibistana xwe ya ku dê perwerdeya kurdî bide, dikin."
Kom piştî daxuyaniyê çû dibistana ku dê li Taxa Esenyûrtê perwerdeya kurdî bide û pişt re bêyî ku tu bûyer derkeve belav bû.