Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Zelenskiy: "Piştî Bûçayê artêşa Rûs taktîk guherand"

Meiramgul Kussainova  | 07.04.2022 - Rojanekırın : 07.04.2022
Zelenskiy: "Piştî Bûçayê artêşa Rûs taktîk guherand"

Ukraine

 Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy diyar kir, piştî bûyera li bajarê Bûçayê, artêşa Rûs taktîk guherand û hewl didin li herêmên ku dagir kirine delîlên sûcên xwe ji holê rakin.

Zelenskiy di vîdeo peyama xwe da destnîşan kir, piştî ku li Bûçayê bi çavê serê xwe dîtin, helwesta dinyayê ya dijî dewleta Rûs a modern guherî.

Zelenskiy bal kişand, piştî bûyera navborî eskerên Rûs hewl didin ku delîlên sûcên kirine ji holê rakin û wiha got, "Piştî Bûçayê artêşa Rûs taktîk guherand. Ew agahî li ber destê me heye ku hewl didin Ukraynayiyên kuştî ji kuçe û bodrûmên herêmên dagirkirî paqij bikin. Lêbelê nikarin pêsîra xwe ji berpirsyariyê bifilitînin. Jixwe em dizanin ku bi hezaran welatî wenda ne."

Zelenskiy bal kişand ku bi saya lêpirsînên objektîf, şahid û çavdêriya peykan va sûcên şer ên Rûsyayê yên li xaka Ukraynayê dê derxin holê û ew ê lêgerîna xwe ya heqîqetê bidomînin.

Zelenskiy got ku welatên Rojava îro li hemberî Rûsyayê pakêteke nû ya mueyîdeyan eşkere kir û wiha dewam kir, "Mueyîde têrê nakin. Em dixwazin pergala bankevaniya Rûs ji fînansa navneteweyî bi temamî were dûrxistin. Ji xeynî vê em ê wê jî bikin ku dinyaya demokratîk petrola Rûs bi awayekî red bike."

Zelenskiy bal kişand ku aliyê hember hêza xwe ya şer zêde dike û xwe amade dike ku operasyonên aktîf ên êrîşê dîsa bide destpêkirin û wiha got, "Em ê şer bikin û em ê bi paş da venekişin. Rûsya heya ku bi awayekî cidî li aştiyê negere, em ê ji bo parastina xwe hemû vebijêrkan binirxînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın