Ukrayna: Teklîfa ku Ukraynayî texliye bibin û herin Rûsyayê nayê qebûlkirin
Ukraine
Alîkara Serokwezîrê Ukraynayê, Wezîra Entegrasyona Axên Dagirkirî yên Berwext İrina Vereşukê diyar kir, teklîfa Rûsyayê ya bira Ukraynayî werin texliyekirin û ji korîdorên însanî ra bişînin Rûsyayê "dûrî aqilan e" û "nayê qebûlkirin".
Vereşukê li ser kanala Telegramê daxuyanî da û diyar kir, Kîev bangî Rûsyayê dike ku guh bide rejima agirbestê û korîdorên însanî bide vekirin.
Vereşukê destnîşan kir, Rûsyayê du caran rêyên texliyeyê bomebaran kir û nehişt ku korîdorên însanî vebin û wiha dewam kir, "Vêga Ûris dibêjin ku ew seba vekirina korîdoran amade ne, lê ji aliyê Federasyona Rûsyayê va. Yanî dixwazin ku welatiyên me herin Rûsyayê. Ev ji dûrî aqilan e û nayê qebûlkirin. Ev ji bo vekirina korîdorên însanî vebijêrkeke wisa ye ku nayê qebûlkirin. Gelê me wê neçe Belarûsê û ji wê derê jî neçe Rûsyayê."
Vereşukê daxuyand, Ukraynayê gozergahên korîdora însanî yên ku divê werin vekirin, ji Rûsyayê ra şand û ji îro pê va ew amade ne ku van korîdoran vekin.