Ukrayna: Rûsyayê bi ÎHAyan li Bendera Îzmaîlê xist

Kiev
Hat ragihandin ku Rûsyayê bişev li Bendera Îzmaîlê ya li herêma Odessayê ya Ukraynayê xist.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Hêzên Esmanî ya Ukraynayê, Rûsyayê bişev bi ÎHAyên "Şahed" va êrîşî axên Ukraynayê kir.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku artêşa Ûris ji aliyê başûrê rojhilatê va 38 ÎHA firand û wiha hat gotin, "Hêzên me yên esmanî bi yekeyên din ên hêzên parastina Ukraynayê ra 26 ÎHAyên 'Şahed' îmhe kirin."
- Piraniya ÎHAyan hatin xistin
Serokê Îdareya Eskerî ya Herêma Odessayê Oleg Kîper jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku Rûsyayê bişev 2 saetan bi ÎHAyan êrîşî Odessayê kir.
Kîper bal kişand ku piraniya ÎHAyan hatin xistin û wiha dewam kir, "Mixabin li navçeya Îzmaîlê li binesaziya benderê xistin, 2 kes birîndar bûn."
Kîper destnîşan kir ku di êrîşê da avahiya kontrolê û depoyan xesar hilda, agir bi nêzî 30 kamyon û 6 TIRan ket û agir hat temirandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.