Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Ukrayna: Jimara eskerên Ûris ên ku di şer da hatin kuştin ji 27 hezarî derbas bû

Ruslan Rehimov  | 14.05.2022 - Rojanekırın : 15.05.2022
Ukrayna: Jimara eskerên Ûris ên ku di şer da hatin kuştin ji 27 hezarî derbas bû

Kiev

 Sererkaniya Ukraynayê ragihand, ji 24 sibatê vir jimara eskerên Ûris ên ku di şer da hatin kuştin, ji 27 hezaran derbas bû.

Sererkaniya Ukraynayê agahiya xisar û ziyana ku artêşa Ûris di navbera 24ê sibatê û 14ê gulanê da eşkere kir. Di daxuyaniyê da hat gotin ku artêşa Ûris di 24 saetên dawîn da 300 eskerên xwe da kuştin.

Li gor agahiyan, ji artêşa Ûris a ku êrîşî Ukraynayê kir, 27 hezar û 200 esker hatin kuştin, 200 balafir, 163 firoke û 1218 tank, 2 hezar û 934 wesayîtên bizirx, 551 top, 195 pergalên roketavêj û 88 pergalên parastina esmanî yên artêşê hatin îmhekirin.

Her wiha 2059 wesayît, 13 keştî û kelekên kêmlez, 411 wesayîtên esmanî yên bêfirokevan ên hêzên Ûris jî hatin îmhekirin. 95 moşekên seyrê yên ku Ûrisan avêtin jî ji aliyê yekîneyên parastina esmanî va hatin îmhekirin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di 25ê adarê da daxuyandibû ku li Ukraynayê 1351 eskerên Ûris hatin kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın