Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Ukrayna: Ji Azovstala ku Ûris dorpêç kiriye bi peymana guherînê 264 eskerên Ukraynayê hatin texliyekirin

Ekip  | 17.05.2022 - Rojanekırın : 17.05.2022
Ukrayna: Ji Azovstala ku Ûris dorpêç kiriye bi peymana guherînê 264 eskerên Ukraynayê hatin texliyekirin

Moskova

Sererkaniya Ukraynayê daxuyand, ji Fabirqeya Azovstalê ya ku Ûrisan li Mariupolê dorpêç kiriye, 53 jê birîndarê giran bi tevahî 264 esker hatin texliyekirin.

Li gor daxuyaniya Sererkaniya Ukraynayê, garnîzona li Mariupolê wezîfeya xwe ya şer temam kir, fermandariya eskerî ya payebilind ji fermandarên yekîneyên eskerî yên li Fabirqeya Metalurjiyê ya Azovstalê ferman kir ku personelan rizgar bikin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku fabirqe ji aliyê eskerên Ûris va hatiye dorpêçkirin, ji bo eskerên li qada fabirqeyê werin rizgarkirin, operasyon dewam dike û wiha hat gotin, "Texliyekirina 53 eskerên ku giran birîndar bûne, dest pê kir û esker birin nexweşxaneya bajarê Novoazovskê. 211 eskerên din jî li gor prosedura guhertinê hatin texliyekirin û ew şandin Olenevka ku ji wir jî bişînin herêmên binê kontrola artêşa Ukraynayê."

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo rizgarkirina eskerên mayî yên li Azovstalê xebat dewam dikin.

- Zelenskiy: "Pêdiviya Ukraynayê bi qehremanên zindî yên Ukraynayî heye"

Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy bi rêya vîdeoyê der barê derxistina eskerên li Azovstalê da xîtabî gel kir.

Zelenskiy bal kişand, ji bo ku parastina welat û welatiyên wî dîsa rojeke dijwar derbas bû, ew hêvî dike ku bi saya artêşa Ukraynayê, îstixbarata wê, heyeta mizakereyê, Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî eskerên li Azovstalê rizgar bikin.

Zelenskiy daxuyand, ji bo ku eskerên Ukraynayî vegerin malên xwe pêdivî bi xebat û demê heye û wiha dewam kir, "Ez dixwazim vê yekê destnîşan bikim: Pêdiviya Ukraynayê bi qehremanên zindî yên Ukraynayî heye. Ev welatê me ye. Li gor min her kesê aqlê selîm wê van gotinan fehm bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.