Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Ukrayna: Artêşa Ûris nêzî 20 hezar esker ji dest dan

Ruslan Rehimov  | 15.04.2022 - Rojanekırın : 16.04.2022
Ukrayna: Artêşa Ûris nêzî 20 hezar esker ji dest dan

Kiev

 Hat ragihandin di şerê navbera Rûsya û Ukraynayê da artêşa Ûris 20 hezar esker, 163 balafir, 144 firoke û 756 tank ji dest dan.

Serokatiya Sererkaniya Ukraynayê ji 24ê Sibatê heta 15ê Nîsanê zirar û ziyana artêşa Ûris eşkere kir.

Hat diyarkirin di şerê Rûsya û Ukraynayê da 20 hezar esker, 163 balafir, 144 firoke, 756 tank, 1976 wesayîtên bizirx, 366 top, 122 pergalên roketavêjê û 66 pergalên parastina esmanî yên artêşa Rûsyayê hatine berterefkirin.

Ji bilî vê hêzên Rûsyayê 1443 wesaît, 8 keştî û keştiyên bilez, 76 wesayîtên sotemeniyê û 135 wesaîtên esmanî yên bêfirokevan jî ji dest dan.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya 25ê adarê da gotibû li Ukraynayê 1351 eskerên Ûris hatine kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın