Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Ukrayna: Artêşa Ûris 20 hezar û 100 esker, 163 balafir, 145 firoke û 762 tank ji dest dan

Ruslan Rehimov  | 16.04.2022 - Rojanekırın : 17.04.2022
Ukrayna: Artêşa Ûris 20 hezar û 100 esker, 163 balafir, 145 firoke û 762 tank ji dest dan

Kiev

 Hat ragihandin ku di şerê navbera Rûsya û Ukraynayê da artêşa Ûris 20 hezar û 100 esker, 163 balafir, 145 firoke û 762 tank ji dest dan.

Serokatiya Sererkaniya Ukraynayê ji 24ê Sibatê heta 16ê Nîsanê zirar û ziyana artêşa Ûris eşkere kir.

Hat diyarkirin di şerê Rûsya û Ukraynayê da 20 hezar 100 esker, 163 balafir, 145 firoke, 762 tank, 1982 wesayîtên bizirx, 371 top, 125 pergalên roketavêjê û 66 pergalên parastina esmanî yên artêşa Rûsyayê hatine berterefkirin.

Ji bilî vê hêzên Rûsyayê 1458 wesaît, 8 keştî û keştiyên bilez, 76 wesayîtên sotemeniyê û 138 wesaîtên esmanî yên bêfirokevan jî ji dest dan.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya 25ê adarê da gotibû li Ukraynayê 1351 eskerên Ûris hatine kuştin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın