Ukrayna: Artêşa Ûris 18 hezar û 900 esker ji dest dan
Kiev
Hat ragihandin di şerê navbera Rûsya û Ukraynayê da artêşa Ûris 18 hezar û 900 esker, 150 balafir, 135 firoke û 698 tank ji dest dan.
Serokatiya Sererkaniya Ukraynayê ji 24ê Sibatê heta 7ê Nîsanê zirar û ziyana artêşa Ûris eşkere kir.
Hat diyarkirin di şerê Rûsya û Ukraynayê da 18 hezar û 900 esker, 150 balafir, 135 firoke û 698 tank, 1891 wesayîtên bizirx, 332 top, 108 pergalên roketavêjê û 55 pergalên parastina esmanî yên artêşa Rûsyayê hatine berterefkirin.
Ji bilî vê hêzên Rûsyayê 1358 wesaît, 7 keştî û keştiyên bilez, 76 wesayîtên sotemeniyê û 111 wesaîtên esmanî yên bêmirov jî ji dest dan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.