Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Ukrayna: Artêşa Rûs 30 hezar û 150 esker ji dest dan

Davit Kachkachishvili  | 29.05.2022 - Rojanekırın : 31.05.2022
Ukrayna: Artêşa Rûs 30 hezar û 150 esker ji dest dan

Kiev

 Hat ragihandin, artêşa Ûris a dijî Ukraynayê şer da destpêkirin 30 hezar û 150 esker ji dest dan.

Sererkaniya Ukraynayê der heqê ziyanên artêşa Ûris a di navbera 24ê Sibatê û 29ê Gulanê da daxuyanî da.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, artêşa Ûris di rojekê da 150 eskerên din jî ji dest da û hejmara eskerên hatin kuştin tevahî gihîşt 30 hezar û 150î.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ji artêşa Ûris 207 balafir, 174 firoke, 1338 tank, 3 hezar û 270 wesayîtên bizirx, 631 top, 203 pergalên roketavêj û 93 pergalên parastina asîmanî hatin jinavbirin."

Hêzên Ûris her wiha 2 hezar û 240 wesayît, 13 keştî û kelekên heza wan sivik û 504 drone jî ji dest dan, 116 moşekên Ûrisan avêtin jî hatin berterefkirin.

Wezareta Parastina Rûsyayê di 25ê Adarê da daxuyandibû ku li Ukraynayê 1351 eskerên Rûs hatin kuştin.

- Li Ukraynayê di êrîşan da 242 zarok hatin kuştin

Serdozgeriya Ukraynayê daxuyand di êrîşên Ûris yên di 24ê sibatê dan destpêkirin da heta niha 242 zarok hatin kuştin, 440 zarok jî birîndar bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın