Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Ukrayna: Hêzên eskerî yên Ûris ji Santrala Nukleerê ya Çernobîlê vekişiyan

Dmitri Chirciu  | 01.04.2022 - Rojanekırın : 02.04.2022
Ukrayna: Hêzên eskerî yên Ûris ji Santrala Nukleerê ya Çernobîlê vekişiyan

Kiev

 Saziya Hilberîna Vejenê ya Nukleerê ya Neteweyî ya Ukraynayê (Energoatom) ragihand ku yekîneyên eskerî yên Ûris ji Santrala Nukleerê ya Çernobîlê ya li Ukraynayê vekişiyan.

Di daxuyaniya Energoatomê da wiha hat gotin, "Hêzên dagirker ên Ûris Santrala Nukleerê ya Çernobîlê terikand. Li santralê biyanî neman."

Her wiha artêşa Ûris ji bajarê Slavutiçê yê li herêma Kîevê jî vekişiyan û wiha hat gotin, "Hêzên Ûris dema ku ji santralê vekişiyan, Mihafizên Neteweyî yên Ukraynayê ku dîl girtibûn jî bi xwe ra birin."

Santrala Nukleerê ya Çernobîlê di 24ê sibatê da ji aliyê yekîneyên Ûris va hatibû zeftkirin, paşê hatibû daxuyandin ku pergalên şopandina nukleerê yên ku li santralê daneyan dide Saziya Vejena Atomê ya Navneteweyî dane sekinandin.

Ukrayna: 11 cî û warên li herêma Xersonê ji artêşa Ûris hat rizgarkirin

Hat ragihandin Jêzên Çekdar ên Ukraynayê 11 cî û warên li ser herêma Xersonê ji artêşa Ûris rizgar kirin.

Serokatiya Sererkaniya Ukraynayê daxuyanî da û ragihand ku artêşa Ûris ji ber zirardîtinê nikare paytext Kîevê blok bike û hilde bin kontrola xwe.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Rûsya ji bo artêşa xwe ya şer zexim bike hewl dide û yekîneyên girêdayî Herêma Eskerî ya Başûr a Rûsyayê jî tevlî şer dike û daxuyanî wiha dewam kir: "Rûsya ji bo li herêmên Donetsk, Luhansk, Zaporîjya û Xersona di bin dagirkeriya berwext da ne rêveberiyên xwe ava bike hewl dide."

Hat gotin ku artêşa Ûris di rojên pêş da dibe êrîşên xwe yên li ser başûr û rojhilatê Ukraynayê zêdetir bike.

Ji bilî vê jî hat destnîşan kirin ku Hêzên Çekdar ên Ukraynayê li 11 cî û warên li herêma Xersonê ji artêşa Ûris rizgar kirin.

- Li Îzyumê 20 hezar kes li benda texliyebûnê ne

Şaredariya Îzyumê daxuyanî da û ragihand ku ev 20 roj e li bajêr korîdora mirovahî nehatiye vekirin û nêzî 20 hezar mirov li wê bendê ne ku ji bajêr bên texliyekirin.

Wezareta Parastinê ya Ukraynayê: Artêşa Ûris 15 balafirgeh xerab kirin

 Wezareta Parastina Ukraynayê ragihand, hêzên eskerî yên Ûris li welêt 15 balafirgeh xerab kirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezaretê hat dayîn, artêşa Ûris bi tevahî 1370 moşek avêtin Ukraynayê.

Di êrîşan da 148 zarok hatin kuştin, ji 10 milyonî zêdetir Ukraynayiyan ji ber şer malên xwe terikandin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Rûsyayê li Ukraynayê 15 balafirgeh xerab kirin. Dagirker her roj wehşetê dikin. Em ê vê efû nekin."

- Li Ukraynayê ji 1300î zêdetir cî û war bê ceyran in

Li gor daxuyaniya Wezareta Endustriya Vejen û Komirê ya Ukraynayê jî li 1339 cî û warên welêt ceyran tuneye.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo vê yekê xebat tên kirin û digel Kîev, Donetsk û Sumiyê li herêmên Xarkîv, Mikolayîv, Jitomir, Zaporijya û Xersonê ceyrana ji 71 hezarî zêdetir kesan cardin hat berdan.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku 338 hezar abone jî bê xaza siruştî man.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın