Rûsya: "Yekeya daketinê ya Ukraynayê ya ku hewl da bikeve Qirimê hat sekinandin"

Moskova
Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand ku yekeya daketinê ya Ukraynayê hewla da bikeve Qirimê, lê hat sekinandin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê de hat diyarkirin ku leşkerên Ukraynayê bi şev hewl dane bikevin Qirimê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hewldana yekîneya daketinê ya hêzên çekdar ên Ukraynayê ku ber bi kefa Tarxankuta li bakurê rojavayê Deryaya Reş ve bi pêş ve diçû, ji bo têkeve xaka Qirimê, ji aliyê balafirên hêzên asîmanî yên Rûsyayê, botên leşkerî yên bilez û 3 motosîkletên behrê ve hat sekinandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Ukraynayê bi şev bi balafirên bêfirokevan hewl da êrîşî tesîsên li ser axa Rûsyayê bike. Hat destnîşankirin ku li qada asîmanî ya herêmên Belgorod, Bryansk û Kurskê 31 balafirên bêfirokevan ên Ukraynayê ji aliyê pergalên parastina asîmanî ve hatin îmhekirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.