Rûsya: Ukraynayê hewl da ku bi 42 ÎHAyan êrîşî Qirimê bike

Moskova
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku bi şev Ukraynayê hewl da ku bi 42 wasiteyên asîmanî yên bêmirov (ÎHA) êrîşî Qirimê bike.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da hat diyarkirin ku pergala parastina asîmanî 42 ÎHA tesbît kirine û wiha hat gotin, "Li ser axa Qirimê 9 ÎHA hatin îmhekirin, 33 ÎHA bi wasiteyên herbê yên radyoelektronîk hatin berterefkirin û ÎHA beriya bigihêjin hedefên xwe ketin."
Rûsyayê di 2014an da Qirim tevî axa xwe kiribû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.