Rûsya: Rê li ber êrîşên Kîevê yên dijî Moskovayê hat girtin

Moskova
Wezareta Parastina Rûsyayê ragihand ku bi şev rê li ber hewla êrîşa ku wesayîta hewayî ya bêmirov (ÎHA) a Ukraynayê xwest bibe ser Moskova û herêma Moskovayê, hat girtin.
Di daxuyaniya wezaretê da hat gotin ku bi şev di saet 03.00yan da Ukraynayê hewl da bi ÎHAyê "êrîşa terorê" bibe ser tesîsên li Moskova û herêma Moskovayê.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku rê li ber êrîşê hat girtin û pergala parastina hewayî ya li navçeya Îstrayê ÎHA berteref kirin.
Şaredarê Moskovayê Sergey Sobyanin jî ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî der heqê êrîşa da peyam da û got ku tu zirar negihîştiye can û malê kesî û li ciyê bûyerê jî servîsên bilez dixebitin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.