Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

NY: Hejmara penaberên Ukraynayî gihîşt 5 milyon û 264 hezar û 767an

Bayram Altuğ  | 26.04.2022 - Rojanekırın : 27.04.2022
NY: Hejmara penaberên Ukraynayî gihîşt 5 milyon û 264 hezar û 767an

Geneve

 Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand, ji Ukraynaya ku Rûsyayê li dijî wê şer da destpêkirin, heta niha 5 milyon û 264 hezar û 767 penaber derbasî welatên cîran bûn, ew texmîn dikin ku ji ber şer hejmara penaberan bigihêje 8,3 milyonî.

Di daxuyaniya Komîseriya Bilind a Penaberan a NYyê (KBPNY) da daneyên der heqê krîza penaberan a li Ukraynayê da hatin parvekirin.

Li gorî vê di navbera 24ê Sibatê-25ê Nîsanê da 5 milyon û 264 hezar û 767 penaber derbasî welatên cîran bûn ku piraniya wan çûn Polonyayê.

Ji welatên cîran bo Polonyayê (2 milyon 922 hezar û 978), Romanyayê (782 hezar û 598), Rûsyayê (614 hezar û 318), Macaristanê (496 hezar û 914), Moldovayê (435 hezar û 275), Slovakyayê (357 hezar û 560) û Belarusê (24 bin 578) derbas bûn. Ji herêmên Donetsk û Luhanskê jî di 18-23yê Sibatê da 105 hezar kes derbasî Rûsyayê bûn.

Berdevka KBPNYê Shabia Mantooyê di civîna çapemeniyê ya li Ofîsa NYyê li Cenevreyê da bal kişand ku pêla penaberan a ji Ukraynayê ber bi welatên cîran, di asteke nedîtî da ye.

Mantooyê diyar kir, ew texmîn dikin ku ji ber şer hejmara penaberan bigihêje 8,3 milyonî û lewma jî KBPNY û hevkarên wê ji bo penaberên Ukraynayî li pey foneke 1,85 milyar dolarî ye.

Mantooyê her wiha got ku hejmara sivîlên ku di nava welêt da ji cihê xwe hatin derxistin gihîşt 7,7 milyonî û wiha got, "Vî şerî heta niha bi tevahî 12,7 milyon însan ji cih û warên wan kirin."

​​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın