Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Kremlînê di mizakereyên ku bi Ukraynayê ra hatin kirin da rola girîng a Serokomar Erdogan destnîşan kir

Emre Gürkan Abay  | 08.08.2022 - Rojanekırın : 09.08.2022
Kremlînê di mizakereyên ku bi Ukraynayê ra hatin kirin da rola girîng a Serokomar Erdogan destnîşan kir

Moskova

 Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir, di mizakereyên ku di navbera Rûsya û Ukraynayê da hatin kirin da Tirkiyeyê roleke girîng hilda ser xwe û wiha dewam kir, "Em dizanin ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo mizakereyên navbera heyetên Ûris û Ukraynayî roleke mezin hilda ser xwe ku şert û mercên pir baş werin amadekirin. Lêbelê heyeta Ukraynayê adeta ji radarê derket û winda bû. Vê gavê tu pêvajoya mizakereyekê nayê meşandin."

Peskov li paytext Moskovayê daxuyanî da rojnamegeran û li ser mijarên rojevê axivî.

Serokomar Erdogan teklîf kir ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn û Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy li Stenbolê hevdîtinekê bikin. Peskov ev teklîf nirxandin û wiha got, "Em dizanin ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo mizakereyên navbera heyetên Ûris û Ukraynayî roleke mezin hilda ser xwe ku şert û mercên pir baş werin amadekirin. Serokomar Erdogan ji bo ku pêvajoyeke aştiyê jî dest pê bike, hewl dide."

Peskov destnîşan kir, ji bo ku pêvajoyeke wiha dest pê bike, Tirkiye îradeyeke siyasî jî nîşan dide û wiha dewam kir, "Lêbelê heyeta Ukraynayê adeta ji radarê derket û winda bû. Vê gavê tu pêvajoya mizakereyekê nayê meşandin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın