Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Hêzên Rûsyayê bi fuzeyê li avahiya walîtiya Xarkovê xist

Ruslan Rehimov  | 01.03.2022 - Rojanekırın : 02.03.2022
Hêzên Rûsyayê bi fuzeyê li avahiya walîtiya Xarkovê xist

Kiev

 Artêşa Rûsyayê ya êrîşî Ukraynayê kir bi fuzeyê li avahiya walîtiya Xarkovê xist.

Di daxuyaniya Serwêsa Rewşên Acil a Ukraynayê da hat diyarkirin ku artêşa Rûsyayê di êrîşê îro ber destê sibê kir da li avahiya walîtiya Harkîvê xist, li Meydana Azadiyê û li avahiyên der û dorê zirar çêbû.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di êrîşê da yek ji wan zarok 6 sivîl birîndar bûn, der barê miriyan da jî hat gotin ku hê tiştek eşkere nîne.

Oleh Synyehubovê Waliyê Harkîvê jî got ku di seranserê şevê da bajar rastî êrîş fuzeyan hat.

Synyehubov destnîşan kir ku di êrîşên 24 saetên dawîn da şewat derketin û midaxeleyî 24 şewatan kirin.

Walî Oleh Synyehubov diyar kir ku li kuçeyan gelek wesayîtên parkirî şewitîn, di nav sivîlan da mirî û birîndar hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın