Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Gundê Prîdgayneyê yê Ukraynayê di êrîşên Ûris da hat bombekirin bû xirabe

Ekip  | 17.05.2022 - Rojanekırın : 18.05.2022
Gundê Prîdgayneyê yê Ukraynayê di êrîşên Ûris da hat bombekirin bû xirabe

Kiev

Di navbera Rûsya û Ukraynayê da du mehan zêdetir e ku şer heye. Şopa şer herî zêde li gundê Pidgayneyê yê ku di êrîşan da bû xirabe, tê dîtin.

Li gundê Pidgayneyê nêzî 200 kesî dijiya. Şerê ku di 24ê sibatê da dest pê kir, di nav ciyên ku şer herî zêde lê giran bû da ev gund heye.

Artêşa Ûris ji aliyê herêma Çernobîlê ya nêzî sînorê Belarûsê ra ket gund û bi balafiran bombebaran kir. Di nîvê meha adarê da ji sedî 80yê malên gund zirar dîtin.

Bi xerabkirina binesaziyê û malan va gund bû xirabe. Hema bêje temamiya malên gund hatine terikandin.

Li gundê ku şopa şer lê heye, tabelayên ku li ser hişyariya mayînan tê dayîn, hatin dîtin.

Ji şêniyên gund ên ku ji ber êrîşan revîn Nînayê ji nûçegihanê AAyê ra qala serboriya xwe ya şer kir.

Nînayê daxuyand ku 2 moşek avêtin hewşa mala wê û wiha dewam kir, "Di 14ê adarê da malên me hatin bombebarankirin. Kes li benda vê yekê nebû. Pace û deriyên mala min tev şikestin û bela bûn. Ez jî birîndar bûm. Li ser rûyê min hê şûna birînan heye. Ez revîm mala cînaran û min xwe xelas kir. Paşê dîsa moşekek li mala min ket û mal xerab bû.

Nînayê daxuyand ku ew çend rojan di mehzenê da man û di 20ê adarê da eskerên Ukraynayî alîkarî dan û ew ji gund derketin.

Nînayê daxuyand piraniya şêniyên gund mînanî wê pîr in û wiha dewam kir, "Ez fêm nakim bê ka eskerên Ûris çi ji gundê me dixwazin. Xort û ciwan ji gund çûn. Li vê derê tenê kesên navsere û kal û pîr man."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın