Êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê

Bankeyên Ûris ên hatine tesbîtkirin, wê ji pergala SWIFTê were derxistin

Selen Temizer  | 27.02.2022 - Rojanekırın : 27.02.2022
Bankeyên Ûris ên hatine tesbîtkirin, wê ji pergala SWIFTê were derxistin

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

 Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyenê daxuyand, bankeyên Ûris ên hatine tesbîtkirin, wê ji pergala SWIFTê ya transfera pereyê navneteweyî, were derxistin.

Von der Leyenê daxuyanî da û wiha got, "Em ê hebûna Bankeya Navendî ya Rûsyayê felç bikin. Ev yek wê kar û barên bankeyê bide rawestandin, wê nehêle ku pereyê xwe tesfiye bike."

Von der Leyenê daxuyand, ji bo ku hebûna fînansal a olîgarkên Ûris werin qedexekirin da ku di piyaseyên YEyê da nikaribin bi kar bînin, ew ê bixebitin û ew ê bankeyên Ûris ên tesbîtkirî ji pergala SWIFTê ya şandina pereyê navneteweyî derxin.

Berî niha jî 64 saziyên girîng ên Rûsyayê hatibûn tengavkirin, li bankeyên YEyê hatibû qedexekirin ku ji 100 hezar ewroyî zêdetir mewdûatên welatiyên Ûris qebûl bikin, seba rafîneyên neftê şandina mal, xizmet û teknolojiya ku pêdivî heye, hatibû astengkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın