Zanist û teknolojî

ÎHAya kargoyê ya xwemalî ya ku xwedî qabiliyetên pêşketî ye di fuara IDEF 2025an da hat nasandin

Tolga Yanık  | 23.07.2025 - Rojanekırın : 25.07.2025
ÎHAya kargoyê ya xwemalî ya ku xwedî qabiliyetên pêşketî ye di fuara IDEF 2025an da hat nasandin

Istanbul

 Wesayîta hewayî ya bêmirov a kargoyê ya nû (ÎHA) PUHU C100, ya ku ji hêla DASALê va hatiye çêkirin, di Fuara Pîşesaziya Parastinê ya Navneteweyî ya 17emîn (IDEF 2025) da hat nasandin.

Fuara Pîşesaziya Parastinê ya Navneteweyî ya 17emîn (IDEF 2025) bi mazuvaniya Wezareta Parastina Neteweyî û bi piştgiriya Serokatiya Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê tê lidarxistin.

Weqfa Xurtkirina Hêzên Çekdar ên Tirk (TSKGV) rêvebir û berpirsyarê fuarê ye û KFA Fuarcilik AŞ jî organîzasyona wê dike.

Fuar li Navenda Fuarê ya Stenbolê (ÎFM) tê lidarxistin û Ajansa Anadoluyê (AA) jî Hevkarê Ragihandinê yê Cîhanî ye.

Di fuarê da gelek şirket berhemên xwe yên nû didin nasandin.

Di vê çarçoveyê da şirketa DASALê ya ku bi hevkariya Teknolojiyên Parastinê yên Altinayê va hatiye avakirin jî ÎHAya xwe ya kargoyê ya nû PUHU C100î da nasîn.

PUHU C100 dikare barê heta 100 kîloyê bibe ku ji bo pêdiviyên lojîstîk ên qadê yên ku divê bilez û dûr bên şandin, hat çêkirin.

Ewê bikaribe melzemeyên girîng bibe û bêyî ku dakeve erdê bi qancayeke otomatîk va wê dayne erdê.

Midûrê Giştî yê Hewageriyê yê DASALê Murat Koç ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand wan vê wesayîta hewayê ya bêmirov a Tirkiyeyê di serî da Hêzên Çekdar ên Tirk pêşkeşî welatên dost û mitefîq kiriye ku ew bikaribin di erdnigariyên bizehmet da pêdiviyên xwe yên lojîstîk lê bar bikin û bi kar bînin.

Koç anî ziman di PUHU C100î da bataryayeke sabît heye ku bi saya wê ew dikare li îstgehên ku wesayîtên biceyran lê tên şarkizin bê tijîkirin.

Koç got di heyama pêş da di qada navneteweyî da wê eleqeyeke mezin ji bo vê wesayîtê bê nîşandan û wiha dewam kir: "Ji mişteriyên biyanî, çavkaniyên tedarîkê yên heyî daxwaz tên. Di wesayîta me ya hewayî ya bêmirov ya nifşa nû da taybetmendiyên ku derdikevin pêş ew in ku dikare heta 35 kîlomêtroyan here. Ev menzîleke girîng e. Dikare li cihê ku çûye dîsa bê şarjkirin, di navbera rêyên ku hatine kifşkirin da operasyonan bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın