Zarokan eleqeyeke zêde nîşanî "TEKNOFEST Welatê Şîn"ê dan

Istanbul
Zarokên ku beşdarî TEKNOFEST Welatê Şîn" ya ku rengvedana di deryayê da ya vîzyona Hemleya Teknolojiya Neteweyî ye û di çarçoveya TEKNOFEST 2025an da tê lidarxistin bûn, dîmenên rengîn derxistin holê.
TEKNOFEST Welatê Şîn ya ku Ajansa Anadoluyê (AA), Hevkarê wê yê Ragihandina Global e, bi serkêşiya Weqfa Tîma Teknolojiya Tirkiyeyê (T3) û bi hevkariya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Wezareta Parastina Neteweyî tê lidarxistin, li Fermandariya Tersaneya Stenbolê bi çalakiyên roja dawîn didome.
Di roja çarem û dawîn a çalakiya "TEKNOFEST Welatê Şîn" da jî malbatan eleqeyeke zêde nîşan dan. Zarokên ku tevî mezinên xwe beşdarî çalakiyê bûn, ketin dorê ku berhemên pîşesaziya parastina Tirk di cih da bibînin.
Zarokan muzîk û çalakiyên zanistî yên li ser dika sereke jî şopandin û di pêşandanên ceribandinê da kelecanî bûn.