Wêneyên hezkirina "Welatê Şîn" qise dikin li TEKNOFEST Welatê Şîn tên rapêşkirin

Istanbul
Berhemên xwendekarên ku di "Pêşbaziya Wêneyên Welatê Şîn" da bi ser ketin li TEKNOFEST Welatê Şîn tên rapêşkirin.
TEKNOFEST Welatê Şîn a ku Ajansa Anadoluyê (AA) Hevkarê Ragihandinê yê Global e û bi kordînasyona Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (Weqfa T3) bi hevkariya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Wezareta Parastina Neteweyî va tê lidarxistin li Fermandariya Gemîxaneya Stenbolê dewam dike.
Berhemên beşdarvbanên ku di "Pêşbaziya Wêneyên Welatê Şîn" a ku di çarçoveya çalakiyê hat lidarxistin da bi ser ketin li ber standa Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (T3) bi navê "Bi Çavê Zarokan Welatê Şîn" tên rapêşkirin.
Di pêşangeha ku beşdarvan eleqe nîşan didin da gelek berheêûn di qada deryageriyê ya Tirkiyeyê û wêneyên hezkirina "welatê şîn" tên rapêşkirin.
Pêşbaziya Wêneyên Welatê Şîn wekî çalakiyeke taybet a armanc dike ku mafên desthilatdariya Tirkiyeyê ya li ser qadên rayeya behrê, polîtîkayên ewlehiya neteweyî û vîzyona jeopolîtîk bigihînin komên ji temenên cuda derket pêş.
Di çarçoveya pêşbaziyê da hat armanckirin ku xwendekarên dibistana seretayî û dibistana navîn xeyalên xwe û îfadekirina hestên xwe pêş bixin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.