Zanist û teknolojî

Wesayîta keşfê ya Jupîterê ya bi navê Juno ya NASAyê dîmenên peyka Ganymedeyê kişand

Emre Aytekin  | 10.06.2021 - Rojanekırın : 10.06.2021
Wesayîta keşfê ya Jupîterê ya bi navê Juno ya NASAyê dîmenên peyka Ganymedeyê kişand

Ankara

 Wesayîta keşfê ya Jupîterê ya bi navê Juno ya Ajansa Fezayê û Esmanî ya Amerîkayê (NASA) dîmenên peyka Ganymedeyê kişand.

NASAyê daxuyand Juno di 7ê hezîranê da 1038 kîlomêtro nêzîkî peykê bûye.

Dema Juno derbas dibû du wêne kişandibû ku ew gihîştin dinyayê.

NASAyê wêneyên di destê xwe da weşand.

Wêneyek bi kameraya optîk ya "Junicam"ê, ya din jî bi kameraya fîltreya kesk li ser e û dikare tariyê bibîne ya bi navê "Ûnîteya Referansa Stêrkê" hat kişandin. Rûyê gerstêrkê bi hemû xetên xwe va tê dîtin.

Serlêkolînerê Junoyê Scott Bolton wiha got: "Wesayîteke fezayê di vê nifşê da cara ewil evqas nêzîkî peykê dibe. Li gor em bigihêjin encamên zanistî emê ecele nekin. Ji bo niha em kêfa vê keliya nuwaze ya esmanî dikin."

Li dora Jupîterê 79 peyk hene. Ya herî mezin Ganymede ye ku di nav Pergala Tavê da cismê herî mezin a 9emîn e. Ganymede ji Merkurê mezintir e û qada wê ya manyetîk heye.

NASAyê di 2011an da Juno şande fezayê û ew di tîrmeha 2016an da gihîşt Jupîterê. Ji wê demê vir va ew di rêgeha gerstêrkê da ye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın