Zanist û teknolojî

Vitrîna pîşesaziya parastinê IDEF 2025 deriyê xwe ji gel ra vekir

Firdevs Bulut Kartal  | 26.07.2025 - Rojanekırın : 28.07.2025
Vitrîna pîşesaziya parastinê IDEF 2025 deriyê xwe ji gel ra vekir

Istanbul

 Fuara Pîşesaziya Parastinê ya Navneteweyî ya 17emîn (IDEF 2025) ku bi mazuvaniya Wezareta Parastina Neteweyî û bi piştgiriya Serokatiya Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê tê lidarxistin, di du rojên dawîn da deriyê xwe ji gel ra vekir.

Fuara Sanayiya Parastinê ya Navneteweyî ya 17emîn (IDEF 2025) ku Ajansa Anadoluyê (AA) "Şirîkê wê yê Ragihandina Global" e, bi mazûvaniya Wezareta Parastina Neteweyî, piştgiriya Serokatiya Sanayiya Parastinê ya Serokomariyê, di rêvebirin û berpirsiyariya Weqfa Xurtkirinê ya Artêşa Tirkiyeyê (TSKGV) da û bi organîzekirina Şirketa Anonîm a Fuarkariya KFAyê li Navenda Fuarê ya Stenbolê (ÎFM) tê lidarxistin.

Fuara IDEF 2025an ya ku vitrîna pîşesaziya parastinê ye di du rojên dawîn da deriyê xwe ji gel ra vekir.

Di fuarê da ji 44 welatan beşdaran stantên xwe vekirin û ji 400î zêdetir şirketên navneteweyî jî berhemên xwe pêşkêş dikin.

Ji bilî cihê sereke Navenda Fuarê ya Stenbolê, li Balafirgeha Ataturkê, Atakoy Marînayê û Navenda Kongreyê WOWê jî bi tevahî 4 cihan çalakî çêdibin.

IDEF 2025an wê di 27ê Tîrmehê da bi dawî bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın