Zanist û teknolojî

Turîstên ewil ên ku derketin rêgeha dinyayê vegeriyan ser rûyê erdê

Kasım İleri  | 19.09.2021 - Rojanekırın : 22.09.2021
Turîstên ewil ên ku derketin rêgeha dinyayê vegeriyan ser rûyê erdê

Washington DC

Turîstên ewil ên fezayê yên ku şîrketa Elon Musk SpaceXê bi kapsula "Crew Dragon" va şandin rêgeha dinyayê, piştî geşteke sê rojan vegeriyan ser rûyê erdê.

Kapsula Dragon a ku ji xeynî karsazê milyarder Jared Isaacman, Hayley Arceneaux (29), Sian Proctor (51) û Chris Sembroski (42) tê da bûn, li peravên Floridaya Amerîkayê danî.

Hat diyarkirin, her çar rêwî jî sax û silamet vegeriyan û her wiha Isaacman di weşana zindî ya danîn û ji kapsulê derketinê da wiha got, "Gelek sipas, SpaceX ji bo me firîneke bêhempa bû."

Karsazê milyarder Isaacmanê ku teşebisa bi navê "Inspiration4" ji SpaceXê kirî, tevî yên pê ra 15ê Îlonê li Navenda Fezayê ya Kennedy a li Floridayê bi roketa Falcon-9ê va hatibûn firandin.

Kontrola kapsula ku derket bilindahiyeke bi qasî 575 kîlometreyî bi awayekî otomatîk ji dinyayê hat kirin, lê digel vê yekê jî ji bo rewşeke nepêşbînîkirî, her çar rêwî jî berî firînê perwerdeyeke bi qasî 6 mehan sitandibûn.

Rêwiyan di geşta xwe ya 3 rojan da li dora dinyayê tûr kirin û her wisa teşebisa "Inspiration4" ji wê hêlê va girîng e ku bi temamî bi tîmeke sivîl derket rêgeha dinyayê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.