Önder Beyter
22 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2019
Teşebisa texsiya difire Liliumê ku navenda wê Munîha Almanyayê ye, ragihand ku texsiya difire ya ceyranê ku dikare çik rabe û dayne ji leza di saetê da 100 km derbas bû û qonaxa yekemîn a fira ceribînê temam kir.
Di daxuyaniya şîrketê da hat destnîşankirin ku texsiya difire ku kapasîteya wê pênc kes e, gihîşt leza di saetê da 100 km û qonaxa yekemîn a fira ceribînê temam kir.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, şîrketa Alman a ku texsiyê çêdike, wê yekê plan dike ku sala 2025an texsiyê li bajarên mezin têxe xizmetê û herwiha bi awayekî serkeftî temambûna qonaxa yekemîn, ji bo zêdekirina kapasîteya çêkirinê handan e.
Herwisa di daxuyaniyê da hat diyarkirin, Liliuma ku 350 xebatkarên wê hene, dê li nêzîkî Munihê fabriqeya duyemîn jî ava bike û heya 2025an dê 500 îstixdamên nû jî pêk bîne.
Di baskên texsiya difire ya navborî da 36 eded motorên ceyranê hene.
Texsiya difire gava ji bo firînê bi temamî amade bû, dê xwedî 300 km menzîlê be û herwiha di saetê da dê bigihîje 300 km lezê.