Zanist û teknolojî

Li Meksîkayê dafikên mamutan ên 15 hezar salî hatin dîtin

Li Meksîkayê çalên merivan ji bo nêçîra mamutan vedane yên 15 hezar salî hatin dîtin.

Haydar Şahin  | 07.11.2019 - Rojanekırın : 08.11.2019
Li Meksîkayê dafikên mamutan ên 15 hezar salî hatin dîtin

Ankara

 Pisporên Enstîtuya Dîrok û Antropolojiya Neteweyî ya Meksîkayê diyar kirin ku di xebatên vekolanê yên li qada sergoyekî dimeşînin da 2 çalên merivan ji bo nêçîra mamutan wekî dafîk 15 hezar sal berê vedane dîtin.

Hat ragihandin ku di çalên li Tultepeca li bakurê Meksîkoya paytext hatin dîtin da hestûyên 14 mamutan tijî ne, mamutên ku merivan dane pey dema revîne ketina van çalan û hinekên wan hatine serjêkirin.

Hat destnîşankirin ku di çalên kurahiya wan mêtreyek û 70 santêm berehiya wan 23 mêtreyî digrin da bermajiyên hesp û deveyan jî hatin dîtin.

Hê eşkere nebû ku piştî keşfkirina herêmê gelo ew ê sergo ji wê derê rakin an ranekin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın