TEKNOFEST Îzmirê deriyên xwe vekirin

Izmir
Festîvala Hewagerî, Feza û Teknolojiyê TEKNOFESTê ya ku bi pêşengiya Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (T3) û Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê tê lidarxistin, li Îzmirê deriyên xwe vekir.
Li gorî zanyariyên peyamnêrê AAyê berhev kirin, TEKNOFESTa sêyemîn a îsal a li Îzmirê tê lidarxistin, li Balafirgeha Çigilê dest pê kir.
Çalakiya ku AA hevkarê wê yê ragihandina global e û dê heya 1ê Cotmehê dewam bike, bi beşdariya 125 sazî û şirketên qamû û taybet va tê lidarxistin.
Çalakiya ku îro ji saet 09.00an pê va deriyên xwe vekirin, îro dê merasima wê ya fermî di saet 13.00an da were kirin.
Ziyaretvanên dixwazin beşdariya kelecaniya festîvalê bikin, dikarin li ser malpera TEKNOFESTê û sepana mobîl xwe qeyd bikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.