TEKNOFEST Stenbol bi çalakiyên xwe yên roja duyemîn va berdewam e

Istanbul
TEKNOFEST Stenbol di roja xwe ya duyemîn da bi pêşbirk û nimayişên asîmanî berdewam e.
TEKNOFEST Stenbol ya ku bi pêşengiya Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê û Weqfa Taximê Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (T3) tê lidarxistin û her wiha Ajansa Anadoluyê ji bo wê Hevparê Ragihandina Kurewî ye, li Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê, pêşwaziya mêvanan didomîne.
Di çalakiyê da wekî roja yekemîn roja duyemîn jî ji serê sibehê bala beşdaran kişand.
TEKNOFEST Stenbol ku bi kategoriyên pêşbirkan yên piştevanê geşandina teknolojiyê di qadên kritîk da, derdikeve pêş, ew ê di 58 kategoriyên sereke û 137 kategoriyên jêrîn da pêşbirk lê bên lidarxistin. Taximên beşdar ewê sûdê ji piştgiriyeke zêdetir ji 85 milyon lireyî wergirin. Taximên ku bikevin dereceyê bi giştî ewê ji ser 65 milyon lireyî ra xelatê bistînin.
Zêdetirî 565 hezar taxim û milyonek û 100 hezar pêşbirkvanên ku dixwestin xwewnên xwe pêk bînin, di çarçoveya TEKNOFEST Stenbolê da ji bo pêşbirkên teknolojiyê serlêdan kirine.
TEKNOFEST ku heta niha mazûvaniya nêzîkî 11 milyon mêvanî kiriye, dê seranserê 5 rojan li Stenbolê ji bo her temenî, ji zarokan bigire heya ciwanan, ji malbatan bigire heya hezkiriyên teknolojiyê, çalakiyan li dar bixe.
Festîval dê nimayişên asîmanî, konser, performansên li ser dikê, atolyeyên perwerdeyî, qadên ezmûna simulasyonê, pêşandanên zanistî, Tunela Demê ya TEKNOFESTê, pêşangeheke wesayîtên deryayî, bejahî û asîmanî ya neteweyî û her weha ezmûneke firîna yekem a taybet ji bo xwendekaran pêşkêş bike.
TEKNOFEST Stenbol dê nimayişên asîmanî yên ji pîşesaziya asîmangerî û parastinê jî pêşkêş bike. Di roja duyemîn a çalakiyê da, SOLOTURK û Turk Yildizlari û her weha balafirên şer ên F-16 dê nimayişeke firînê bikin.
Helîkopterên ATAK, Hurkuş, ANKA, Bayraktar TB2, Bayraktar TB3 û Bayraktar AKINCI jî dê di festîvalê da amade bin.
TEKNOFEST Stenbol ku beşdarbûna wê bêpere ye, divê mêvan online qeyda xwe çêbikin. Mêvan dikarin di navbera saet 9.00ê sibehê û heta 19.00ê êvarê serdana qada çalakiyê bikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.