Zanist û teknolojî

SpaceXê astronotên NASAyê yên Crew-3yê gihand Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî

Mücahit Oktay  | 12.11.2021 - Rojanekırın : 13.11.2021
SpaceXê astronotên NASAyê yên Crew-3yê gihand Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî

New York

 SpaceXê astronotên Ajansa Feza û Hewageriyê ya Neteweyî (NASA) yên Crew-3yê gihand Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî (ÎFN).

"Falcon 9" a roketa SpaceXê kapsula 3 astronotên ji Amerîkayê û astronotekî ji Almanyayê yên NASAyê tê da bûn derxiste fezayê û 22 saet şûnda kapsul gihîşt ÎFNyê.

Hat ragihandin ku kapsula Crew Dragonê ji vir 3 saet berê miretebat danî îstasyonê da ku hetanî nîsana 2022yan li wê derê bixebitin.

Di vîdeoya SpaceXê parve kir da dîmenên miretebata di Crew-3yê da tê dîtin, Raja Chariyê fermandarê ekîbê dibêje "Gihandin temam bû. Em ji ber ku li I.S.S.yê ne kêfxweş in."

Bi tevî 4 astronotên duh çûn fezayê va di 60 salî da hejmara astronotên derketinê rêwîtiya fezayê ji 600î derbas bû. Di nav 10 salan da herî zêde di sala 2021ê da xebatên fezayê zehf zêde bûn.

Ekîba çû fezayê ew ê 6 mehan wezîfeyê bike û ji 200î zêdetir ceribandinan bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın