Şiyanên KORKUTê yên parastina asîmanî pêş dikevin
KORKUTa ku bi versiyona paletdar va ket nav envantera hêzên ewlekariyê û bi dû ra jî ji îxracatê serkeftî bû, ji bo zêdekirina kapasîteya mobîlîteyê û pêkanîna peywirên cuda, bi wesayîta bi zirx a bi teker 8x8 va hat montekirin
Ankara
KORKUT 140/35 Pergala Parastina Asîmanî ya Qada Nêzîk ku ASELSANê entegreyî wesayîta teker taktîk a 8x8 kir, derket qadê.
KORKUTa ku di bin sîwana pîşesaziya parastina Tirk da ji bo parastina asîmanî ya îrtifa nizim hat dahênandin, şiyanên operasyonel ên nû bi dest dixe.
KORKUTa ku bi versiyona paletdar va ket nav envantera hêzên ewlekariyê û bi dû ra jî ji îxracatê serkeftî bû, ji bo zêdekirina kapasîteya mobîlîteyê û pêkanîna peywirên cuda, bi wesayîta bi zirx a bi teker va hat montekirin.
KORKUTa ku bi wesayîta 8x8ê entegrekirî ya ku cara ewil di Fuara Parîs Eurosatory 2024an da hat pêşandan, di testên ceribînê da di halê çûyînê da firokeya hedef berteref kir.
Pergala KORKUT 140/35ê, bi taybetî ji bo pêkanîna parastina asîmanî ya yekîneyên mekanîze û unsûrên bi herekat hat optîmîzekirin.
KORKUTa ku menzila wê ya bi tesîr 4 kîlometre ye, xwedan pergala çeka cotlûle ya 35 mîlîmetreyî ye ku di deqîqeyê da 1100 guleyî agir dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
