Zanist û teknolojî

Platforma medyaya civakî Snapchatê ragihand ku dê hesabê Trump bigire

Önder Beyter  | 14.01.2021 - Rojanekırın : 14.01.2021
Platforma medyaya civakî Snapchatê ragihand ku dê hesabê Trump bigire

Washington DC

Snapchata ku bo maweyekê hesabê Serokê Amerîkayê Donald Trump rawestand, ragihand ku ew ê hesab bigire.

Piştî ku di 6ê rêbendanê da bi ser Kongreyê da hat girtin û Trump wekî berpirsê bûyeran hat dîtin, miemeleya girtina hesab ên ku ji hêla şîrketên medyaya civakî li dijî Trump tên kirin, didomin.

Li gorî nûçeyên çapemeniya Amerîkayê, platforma medyaya civakî Snapchatê li ser hesabê Trump ku hefteya çûyî hatibû rawestandin, biryara dawîn da.

Di daxuyaniya nivîskî ya Snapchatê da hat balkişandin ku hesabê Trump hat lêkolînkirin û wiha hat gotin, "Ji bo ewlekariya qamûyê û her wiha ji bo astengkirina belavbûna agahiyên xelet, vegotina nefretê û handana tundiyê me biryar da ku hesabê Trump ji binî va were girtin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.