Zanist û teknolojî

Pirtûka AAyê ya "Hişê Çêkirî û Rotaya Nû ya Rojnamegeriyê-Xwendatiya Çapemeniyê di Serdema Dijîtal da" hat nasandin

- Lansman û foruma pirtûka "Hişê Çêkirî û Rotaya Nû ya Rojnamegeriyê-Xwendatiya Çapemeniyê di Serdema Dijîtal da" ya ji hêla Weşanên Ajansa Anadoluyê (AA) hat weşandin û bi formata teknolojiya rasteqîniya zêdekirî hatiye xurtkirin, hat kirin

Başak Akbulut Yazar  | 05.11.2025 - Rojanekırın : 11.11.2025
Pirtûka AAyê ya "Hişê Çêkirî û Rotaya Nû ya Rojnamegeriyê-Xwendatiya Çapemeniyê di Serdema Dijîtal da" hat nasandin

Istanbul

Nasandin û foruma pirtûka "Hişê Çêkirî û Rotaya Nû ya Rojnamegeriyê-Xwendatiya Çapemeniyê di Serdema Dijîtal da" ya di nav Weşanên AAyê da derket, hat kirin.

Serokê Lijneya Rêveberiyê û Midûrê Giştî yê Ajansa Anadoluyê Serdar Karagoz axaftina vekirina bernameya nasandinê kir ku li Navenda Nûçeyên Navneteweyî ya AAyê ya li Stenbolê hat lidarxistin.

Karagoz bal kişand ku dinya diguhere û tişta ku herî zêde tesîrê li ser vê guherînê dike jî hişê çêkirî ye. Karagoz diyar kir ku ev teknolojî bi algorîtmayên qewîn va ji bingeha ramanî ya mirovan dikare tesewira paşerojeke bilez û lihevkirî bike.

Karagoz diyar kir ku şerên îro roj li gorî 50 sal berê pir cuda ne û 20 sal şûnda jî şerên pir cudatir dê rû bidin û bi rasteqîniya zêdekirî va pirtûk nîşan dide ku pêvajoya nû dê bi xwe ra çi bîne.

Karagoz destnîşan kir ku AAyê sala 2024an sala hişê çêkirî îlan kir û wiha dewam kir, "Me heman salê got ku çapemenî êdî ji teknolojiyê azad nîne û lewma divê rojnamegerî, nûçegihanî û fealiyetên me yên ajansê divê bi teknolojiyê ra mil bidin hevdu. Lewma me Şirketa Teknolojiyê ya AAyê damezirand. AA 106 salî ye lê di 2024an da em êdî şirketeke çapemenî teknolojiyê ne."

Karagoz destnîşan kir ku gelek dezgehên medyayê bi awayekî çalak ChatGPTyê yan jî hişê çêkirî ya li ser bingeha ziman hatiye avakirin bi kar tînin û wiha axivî: "Me got 'Gelo dikare hişekî me yê çêkirî yê li ser bingeha ziman hebe?' AA îro bi Weqfa T3yê ra li ser vê yekê dixebite."

Karagoz anî ziman pirtûka nû ya ku hatiye weşandin kodên QR û algorîtma, gelek sepanên nûjen dihewîne û wiha got: "Em vê pirtûkê ji kesên ku li dû agahî û nêrînan digerin ra pêşniyaz dikin. Ez bawer dikim ku ji bo weşangeriya Tirkiyeyê feydeyeke girîng a pirtûkê heye. Hişê çêkirî mijarek wisa ye ku divê bi geşedanên cîhanê ra bi heman lezê pêşva here. Wekî Ajansa Anadoluyê, em jî hewl didin ku bigihêjin vê rîtmê. Hema bibêje em bi hişê çêkirî ra radizên û bi wê ra hişyar dibin."

Piştî axaftina Karagoz, bi moderatoriya edîtora pirtûkê Dr. Nabat Garakhanovayê ya ji Zanîngeha Bogazîçiyê va forumek hat lidarxistin.

Di forumê da ji Zanîngeha Bogazîçiyê Prof. Dr. Bîlgîn Metîn, ji Zanîngeha Haci Bayramê Prof. Dr. Pelîn Ozturk Goçmen, ji Zanîngeha Adnan Menderesê Prof. Dr. Bariş Atîker û ji Zanîngeha Fenerbahçeyê Prof. Dr. Rukiye Gulay Ozturk axivîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.