Zanist û teknolojî

NASAyê wesayîta fezayê ya SpaceXê ku tê da 4 astronot hene şand fezayê

Önder Beyter  | 16.11.2020 - Rojanekırın : 17.11.2020
NASAyê wesayîta fezayê ya SpaceXê ku tê da 4 astronot hene şand fezayê

New York

 Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA), wesayîta fezayê Dragon a hilberînerê roket, peyk û mekûka fezayê ya Amerîkan SpaceXê ji bo cara ewil tevî hemû muretebatê operasyonel şand fezayê.

Roketa Falcon 9 a SpaceXê digel 4 astronotan ên navlêkirî "Crew-1" roja yekşemê bi dema herêmê saet 19.27an ji Navenda Fezayê Kennedy ya li eyaleta Floridayê hat agirkirin.

Wezayîta fezayê ya SpaceXê piştî rêwîtiyeke ku dê 27 saetan biajo, duşemê bi dema herêmê saet 23.00yan dê bigihîje Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS).

Ji NASAyê astronot Mike Hopkins, Victor Glover û Shannon Walker û her wiha ji Ajansa Lêkolînên Fezayê ya Japonyayê (JAXA) Soichi Noguchi ji bo lêkolînên zanistî dê 6 mehan li ISSê bimînin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ser hesabê xwe yê Twitterê wiha daxuyand, "Agirkirineke newaze. NASA gava me peywir wergirt, bobelateke girtî bû. Niha dîsa bi ferqeke mezin, navenda fezayê ya herî germ û pêşketî ya dinyayê ye."

Wesayîta fezayê Dragon a SpaceXê cara ewil meha gulanê ji bo ceribandinê astronotên NASAyê Robert Behnken û Douglas Hurley biribûn ISSê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.