NASAyê Ingenuitya firokeya piçûk a ku bi Perseveranceyê ra şandibû Marsê, firand
Ankara
ANKARA (AA) - Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) Ingenuitya firokeya piçûk a ku bi Perseveranceyê ra şandibû Marsê, bi serkeftî firand.
Li gor agahiyên ku NASAyê li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kirin, Ingenuitya firokeya piçûk a ku di meha sibatê da bi wesayîta keşfê ya Perseveranceyê ra li ser Gerstêrka Gevez danî, ji dûr va hat firandin.
Ingenuity nêzî deqeyekê hat firandin û bû "wesayîta esmanî ya ewil ku li gerstêrkeke din hat firandin" û bû dîrokî.
Dîmenên firîna Ingenuityê bi wasiteya peykê ji dinyayê ra hatin; firîna serkeftî ya firokeyê li NASAyê hat pîrozkirin.
Perseverance li ser Marsê cara ewil di 6ê adarê da tûrek dabû xwe.