Türkan Tosun
01 Tebax 2018•Rojanekirin: 02 Tebax 2018
ANKARA
Mars piştî 15 salan evqasî zêde nêzîkî Dinyayê bû.
Li gor nûçeya "Space.com"ê Gerstêrka Sor a ku 57,6 milyon kîlomêtro dûrî dinyayê ji sala 2003an vir va cara ewil e ku evqasî nêzîkî Dinyayê bû.
Mars di Sîstema Tavê de piştî Dinyayê gerstêrka 4emîn a herî nêzîkî Dinyayê ye, navbera wê û tavê de 230 milyon kîlomêtro heye.
Dinya rêwîtiya xwe ya di rêgeha Tavê de di 365 rojan de temam dike, lê Mars 687 rojan de vê rêwîtiyê diqedîne.
Mars herî dawîn di sala 2003an de 55,6 milyon kîlomêtroyê va gelekî nêzîkî Dinyayê bûbû.
Piştî vê di 6ê Cotmeha 2020an de wê gelekî nêzîkî Dinyayê bibe.