Zanist û teknolojî

MAM-Lyên ji dronên çekdar Bayraktar TB3yan hatin avêtin tam îsabetî hedefê kirin

Du prototîpên Bayraktar TB3yên ji keştiya TCG Anadoluyê firiyan, ASELFLIR-500 a pergala elektro-optîk a xwemalî emilandin û li hedefa ku di çarçoveya testê da hat destnîşankirin xistin

Tolga Yanık  | 13.05.2025 - Rojanekırın : 14.05.2025
MAM-Lyên ji dronên çekdar Bayraktar TB3yan hatin avêtin tam îsabetî hedefê kirin

Istanbul

 Du prototîpên Bayraktar TB3yên dronên çekdar ên ji hêla Baykarê hatin dahênandin ên ku di çarçoveya Tetbîqata DENIZKURDU-2025an da ji keştiya TCG Anadoluyê firiyan, bi muhîmata MAM-Lyê ya ROKETSANê va tam li hedefê xistin.

Di çarçoveya tetbîqata Fermandariya Hêzên Deryayî da dronên çekdar Bayraktar TB3 yên nimroya poçikê PT-3 û PT-4, testa agirkirina MAM-Lyan bi serkeftî temam kirin.

Dronên çekdar Bayraktar TB3yên ji keştiya TCG Anadoluyê firiyan, ASELFLIR-500 a pergala elektro-optîk a xwemalî ya ASELSANê emilandin û bi muhîmata MAM-Lyê va bi awayê tam îsabet li hedefa ku di çarçoveya testê da hat destnîşankirin xistin.

Piştî kutakirina peywirê, dronên çekdar Bayraktar TB3 vegeriyan TCG Anadoluyê.

Dronên çekdar Bayraktar TB3 yên nimroya poçikê PT-3 û PT-4 di 9ê Gulanê da ji Keşanê firiyabûn û gihîştibûn keştiya TCG Anadoluyê û her wiha li ser keştiyê xwe edilandibûn. Piştî edilînê, li ser keştiyê testên barkirina muhîmatê hatibûn kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın