Zanist û teknolojî

Li Wanê goristana arîstokratên Urartuyan hat dîtin

Li nekropola 2 hezar û 700 salî ku di xebatên kolan û temîrê yên li Keleha Çavuştepeya Wanê da du sal berê hatibû dîtin, ciyekî nû hat tesbîtkirin ku mensûbên çîna rêveber a Urartuyan lê hatine definkirin.

Önder Beyter  | 29.07.2019 - Rojanekırın : 31.07.2019
Li Wanê goristana arîstokratên Urartuyan hat dîtin

Van

Li nekropola 2 hezar û 700 salî ku di xebatên kolan û temîrê yên li Keleha Çavuştepeya Wanê da du sal berê hatibû dîtin, ciyekî nû hat tesbîtkirin ku mensûbên çîna rêveber a Urartuyan lê hatine definkirin.

Di kolana ku li Keleha Çavuştepeyê ku bi destê Qralê Urartuyan Sardûrê IIyemîn Beriya Zayînê sala 750î da hatiye çêkirin û herwiha li nekropola li milê wê yê bakur dewam dike da der heqê edetên Urartuyan ên veşartina miriyan û şêweyê jiyana wan da zanyariyên nû tên bidestxistin.

Ekîba bi serokatiya Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Rafet Çavuşoglu ya ku ji 22 kesên wekî antropolog, arkeolog, dîrokzanê hunerê û restoratoran pêk tê, di kolanên ku li nekropola 2 hezar û 700 salî bi destûra Wezareta Çand û Turîzmê tên kirin da delîl û berateyên ku di qada zanistî da wekî "yekemîn" tên nirxandin, derdixe holê.

Ekîbê par di xebatên kolanê da îskeletên jin û mêrekê yên 2 hezar û 777 salî û herwiha li ser van îskeletan gerdeneke zîvîn, 39 guhar, spîralên por, amulet (nivişt), derziya xemlê ya bi protoma şêr ku bi zêrê som hatiye çêkirin, kembereke ku dêw û dehbeyên mîtîlojîk li ser in, dîtibûn û li lîteratura Urartuyan zêde kiribûn. Ekîbê îsal jî li jora nekropolê ciyekî nû yê 50 metrekareyî tesbît kir ku bi keviran hatiye çêkirin û herwiha arîstokratên Urartuyan lê hatine veşartin.

Li herêma ku akademîsyenên pispor lê hûr û kûr lêkolînan dikin, tê texmînkirin ku dê der heqê edetên veşartina miriyan a serdema Urartuyan û herwiha çîna rêveber a wê demê da zanyariyên nû bên bidesxistin.

- "Çîna yekemîn li vê derê hatiye veşartin"

Çavuşoglu di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir, li nekropola ku bûye hedefa xezînegeran, wan du sal berê dest bi kolanê kir da ku daneyên arkeolojîk wenda nebin û neyên talankirin.

Çavuşoglu diyar kir ku ew li nekropolê berê rastî du cure veşartina miriyan a Urartuyan hatin.

Çavuşoglu herwiha diyar kir ku di dewra Urartuyan da cesedên ku hatine şewitandin, di çarçoveya pergalekê da dagirtine kûpan ku ev yek di warê dîroka arkeolojiyê da tesbîteke girîng e û wiha dewam kir:

"Çîna rêveber a ku li kelehê jiyaye li vê derê hatiye veşartin. Ji ber pergala baweriyê ya hebandina firexudayî, em li vê derê rastî rastî awayên cuda yên veşartina miriyan tên. Me îsal tebeqeyeke nû ku ji keviran pêk tê derxist holê. Em ji vê ber vê geşedanê gelekî kelecanî ne. Ev tebeqe 10 metre dirêj û 5 metre jî biber e. Em hewil didin ku wê yekê tesbît bikin bê ka ev der bi çi mebestê hatiye emilandin. Em li bendê ne ku ji hundir tiştên gelekî cuda derkevin. Heta niha di kolanên me yên li ser Urartuyan da em timî mat man. Ez hêvîdar im, encamên ku dê kurtedemek şûnda ji vê derê derkevin, dê ji bo dîroka arkeolojiyê gelekî kêrhatî bin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.