Zanist û teknolojî

Li Stenbolê "Lûtkeya Xwendekariyê ya Navneteweyî" hat lidarxistin

Melike Gallenkuş Ayfar  | 27.12.2025 - Rojanekırın : 28.12.2025
Li Stenbolê "Lûtkeya Xwendekariyê ya Navneteweyî" hat lidarxistin

Istanbul

Di vekirina Zîrweya Xwendekariyê ya Navneteweyî ISTSUM'25 da ya ku ji hêla Komeleya Xwendekarên Navneteweyî ya Babê Alemê va li Navenda Çandê ya Neslîşah Sultan hat lidarxistin û Ajansa Anadoluyê (AA) hevkarê wê yê global e Qur'ana Pîroz hat xwendin.

Serokê Komeleyê Ercan Akcan got ji bo ku ji nû va çîroka ziman û rengên cuda binivîsin li vir in. Akcan da zanîn ku îsal mijara lûtkeyê "pêşketina dijîtal" e û wiha axivî: "Dinya êdî tenê bi sînorên fizîkî va sînordar nîne. Em ê bi hev ra biaxivin ka di vê serdema nû ya ku dijîtalîze bûye da em çawa dikarin nirxên xwe yên mirovî bi leza teknolojiyê ra bigihînin hev, xwendekariya navneteweyî çawa bikêşin vê asoyê. Wisa bawerim ku fikrên dê ji vir derkevin dê tenê li ser kaxizê nemînin, dê bibin planeke çalakiyê."

Serokê UDEFê Abdullah Muhammed Îslam jî got ku niha li 57 bajaran bi 61 komeleyên xwendekaran yên navneteweyî ra hewl didin ku li ba birayên xwe cî bigirin. Îslam behs kir ku lîvdariya xwendekarên navneteweyî ya li tevahiya dinyayê ku di salên 1975an da biqasî 700 hezar kes bûn niha gihaştiye 7,5 milyonî bi milyonek û 200 hezar xwendekarên navneteweyî va Amerîka di xwendekariya navneteweyî da cihê xwe yê di pozîsyona serkêşiya xwendekariya navneteweyî diparêze.

Her wiha Serokbajara Stenbolê ya Heyva Sor a Tirkan Burcu Kosem di axaftina xwe ya di çalakiyê da ji xwendekaran ra pêşniyaz kir ku bila şûna yên tên lêferzkirin der barê tiştên dixwazin da perwerdeyê hildin.

Kosemê got ku dema ji qada konforê derdikevin bêtir serkeftî dibin û di dinyaya îro da lez ne îstiqamet girîgn e û wiha axivî:

"Dema kesên din dibezin hûn bifikirin ka dê hûn biçin ku. Ango îlla dêhna xwe nedin bezînê. Ez ji we ra dibûjim ku li ba ya rast bisekinin, ne li ba ya hêzdar. Ji ber ku dema hevsengên hêzê biguherin divê hûn gelekî baş bizanin ka divê hûn li ku bisekinin. Çi dibe bila bibe îstiqameta xwe winda nekin."

Prof. Dr. Şefîk Şuayb Arslanê Midûrê Enstîtuya Hişê Çêkirî û Zanista Daneyan a Zanîngeha Bogazîçiyê jî got ku zanîna teknolojiyê, dema hewce bike bikaranîna wê, tesbîtkirina prensîb û rêbazên rast û bi kar anîna wan girîng e.

Arslan destnîşan kir ku hînbûn tu carî naqede û wiha axivî:

"Hînbûnê wekî dibistan nenirxînin. Vê li tevahiya jiyana xwe belav bikin. Pêvajoya hînbûnê dê tu carî neqede. Ji ber ku hûn dizanin mirovên ku teknolojî û hêzê di dest xwe da digirin hûn nînin. Dibe ku ev di destê kesên din da be. Ji ber wê jî dikarin îstatîstîkan manîpule bikin û biguherînin. Dibe ku îro hişê çêkirî girîng be, belkê 5 salên din dê tiştekî din girîng be. Lewra divê em xwe hînê hînbûna tiştên nû bikin yan jî hînê vê adaptasyonê bibin."

Çalakiya ku bandora veguherîna dîjîtal a li ser însan, civak û jiyana xebatê hat gotûbêjkirin piştî axaftinên pisporên di qadên xwe da qediya.

- Mottoya lûtkeyê: Lê hûr be- Focus

Yasîr Alkanê Kordînatorê Giştî yê ÎSTSUMê jî da zanîn ku îsal ji 1000î zêdetir beşdariya vê çalakiyê çêbû.

Alkan behs kir ku wekî komeleya xwendekaran a navneteweyî ya herî mezin a Tirkiyeyê ji bo bersivdayîna hewcehiyên berdest ên ciwanan ên di heyama dijîtalîze dibe da îsal mijarên hişê çêkirî û pêşketina dijîtal hilbijartin û wiha axivî: "Di heman demê da me di bin mijara 'Hişê Çêkirî û Pêşketina Dijîtal' da mottoyek diyar kir. Lê hûr be- Focus. Yan poşmaniyên rabirdûyê yên mirovan hene yan jî der barê pêşerojê da hin fikarên wan hene. Lê me got ku 'Hûn di akademiyê da ne, li karê xwe hûr bibin. Li kar bin li ser karê xwe hûr bibin û bisekinin."

Di bernameyê da bi pêşkê diyarî belavî beşdarvanan kirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.