Li ser zemîna Marsê civakên madeyên ku dişibin pîrê xuya kirin
Ankara
Li ser zemîna Marsê, di encama germahiya tava biharê da, civakên madeyên ku dişibin pîrê hatin dîtin.
Li gorî nûçeya ky li ser malpera Ajansa Fezayê ya Ewropayê (ESA) hatiye parvekirin, bûyera ku ji ber zêdebûna germahiyê ya di biharê de pêk hat, bû sedema ku bi sedan madeyên mîna pîrê li ser zemîna Marsê xuya bibin.
Şêweyên van tîrêjên maddeyê yên ku di bin fişara zêde da li ser rûyê zemînê diherikin û li erdê belav dibin, firehiya wan di navbera 45 metre û kîlometreyekê de ye, şibikandin "pîrê".
Dîmen ji hêla Peyka Şopandina Xazê ya ESAyê (TGO) û peyka Mars Expressê va hatin kişandin.