Zanist û teknolojî

Li Mûsila bajarê Iraqê "garsonên robot" dest bi kar kirin

Ji mişteriyan Selîm Qado: "Garsonê robot di loqanteyê da digere û ev bi xwe tiştek ecêb e. Kesên tên vê derê berî xwarinê bixwazin radihêjin têlefonê û vîdeo dikişînin."

Ali Makram Ghareeb  | 26.11.2021 - Rojanekırın : 28.11.2021
Li Mûsila bajarê Iraqê "garsonên robot" dest bi kar kirin Ismael Adnan Yaqoob - AA

Mosul

 Li Mûsila bajarê Iraqê di restoraneke ku komek xwendekarên zanîngeh bi şirîkatî vekirin da garsonên robot dest bi kar kirin.

Restorana berî demekê vebû ji ber robotên ku garsoniyê dikin bala milet kişand ser xwe.

Ji pirsê bigre heta xwarin anînê garsonên robot menuya 15 cure xwarin tê da ye pêşkeşî mişteriyan dikin.

Mişteriyên tên restorantê piştî ku rûdinên ji ser pergala înformatîk a bi maseyan va kirine, siparişên xwe didin. Garsonên robot jî ji mitbexê xwarinên derdikevin hildigirin û tînin maseya mişterî lê ne.

- Dema yek derdikeve pêşiyê diaxive"

Xwediyê restorantê Ramî Evdirehman daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ev pergal di nav welatên Ereban da ewilî li Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb û niha jî li Iraqê tê sepandin û mişterî ji vê xizmetê gelekî razî ne.

Evdirehmanê xwendekarê Faqulteya Hekîmiya Diranan ku tevlî çend hevalên xwe dest bi vî karî kir destnîşan kir ku robot ji pergala înformatîk tên kontrolkirin û dema yek derdikeve pêşiya wan deng dikin û di rêya xwe da diçin.

- Bi xêra garsonên robot mişterî zêde dibin

Ji mişteriyên restorantê Selîm Qado got ku wî garsonên robot meraq kir û ji ber vê jî ji navçeyeke Mûsilê bi taybetê bo vê hat restorantê û wiha domand: "Garsonê robot di loqanteyê da digere û ev bi xwe tiştek ecêb e. Kesên tên vê derê berî xwarinê bixwazin radihêjin têlefonê û vîdeo dikişînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın