Keştiya kargoyê ya fezayê ya Çînê Tîencou-2 li rêgehê bi cih bû
Ankara
Hat ragihandin, keştiya kargoyê ya fezayê ya Çînê Tîencou-2 (Ketiya Asîman-2) bi awayekî serkeftî li rêgehê bi cih bû.
Daîreya Fezayê ya Neteweyî ya Çînê ragihand, Tîencou-2 8 saet piştî ku ji Navenda Firandinê ya Vinçangê ya li eyaleta Haynanê hat agirkirin, bi awayekî bêpirsgirêk li rêgehê bi cih bû.
Hat destnîşankirin, ji bo îqmala sotemenî û alavan keştî bi modula dendik Tianheyê va zeliqî.
Li gorî plansaziya ku Çînê kiriye, ji bo temamkirina avakirina îstasyona fezayê, heya dawiya sala 2022yan Çîn divê 11 firînên din jî bike.
Hatibû ragihandin, giraniya rabûnê ya keştiya kargoyê 13,5 ton e û dikare 6,8 ton jî giraniyê rake.
Keştiya kargoyê ya fezayê ya Çînê bi roketa Çangcing-7Y3 (Meşa Dirêj) hatibû agirkirin.
Tê diyarkirin, mîsyona Tîencou-2 ya dê gelekî sûdê bide xebatên rêveberiya Pekînê yên di warê fezayê da.