Zanist û teknolojî

KEMANKÊŞ 1ê bi îsabeta tam li hedefên li erdê jî xist

Tolga Yanık  | 05.07.2025 - Rojanekırın : 06.07.2025
KEMANKÊŞ 1ê bi îsabeta tam li hedefên li erdê jî xist

Istanbul

 KEMANKÊŞ 1a mûşeka biçûk a li ser hişê çêkirî ku Baykar milî û xwemalî hildiberîne, hedefên li erdê jî bi îsabet îmhe kirin.

Li gorî daxuyaniya Baykarê, berhemên Baykarê yên li ser hişê çêkirî ku bi teknolojiya bilind hatine çêkirin, testên xwe bi serkeftî dikin.

Di vê çarçoveyê da mûşeka biçûka bi hişê çêkirî KEMANKÊŞ 1 a ku cara yekê vê heftiyê ji Bayraktar AKINCI TÎHAyê hat pekandin, erka xwe ya îmhekrina li asîmanê bi serkeftî temam kiribû. Di ceribandina duh da bi serkeftî li hemî hedefên xwe yên li erdê jî xist.

Di ceribandina ku hat kirin da Bayraktar AKINCI TÎHA ya ku di bin koordîneya Navendên Perwerde û Testa Firînê yên li Çorlu û Keşanê da, bi du mûşekên KEMANKÊŞ 1ê yên di bin baskên xwe da hildigirtin, da rabû.

Di çarçoveya çalakiya ceribandinê da, şiyanên firîn, noqbûn û gulebaranê yên KEMANKÊŞ 1ê careke din hatin ceribandin. Di çarçoveya ceribandinê da, nîşana hedefê hat girtin.

Dîmenên ceribandinê li asîmanan ji hêla Bayraktar TB2 SÎHAyê va hatin kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın