Joel Mokyr, Philippe Aghion û Peter Howitt bûn xwediyê Xelata Nobelê ya Aboriyê ya 2025an

Ankara
Joel Mokyrê Holandî, Philippe Aghionê Fransî û Peter Howittê Amerîkayî bûn xwediyê Xelata Nobelê ya Aboriyê ya 2025an.
Di civîna çapemeniyê ya li Akademiya Zanistan a Qraliyeta Swêdê da serkeftiyên Xelata Nobelê ya Aboriyê ya 2025an hatin ragihandin.
Li gorî daxuyaniyê, Joel Mokyr "ji ber tesbîtkirina pêşmercên mezinbûna domdar a bi rêya geşedanên teknolojîk" û her wiha Philippe Aghion û Peter Howitt jî bi saya serê xebatên xwe yên têkildarî "teoriya mezinbûna domdar a bi rêya hilweşîna afirîner" layîqî Xelata Nobelê ya Aboriyê ya 2025an hatin dîtin.