Dinya, Zanist û teknolojî

Ji Elon Muskê CEOyê Tesla û SpaceXê parvekirina "TEKNOFEST"ê

"Ez bi çarç çavan li bendê me ku sala bê bixwe beşdarî Teknofestê bibim û li ser firsendên veberhênanê yên li Tirkiyeyê hevdîtinê bikim"

Dilara Zengin Okay  | 29.09.2023 - Rojanekırın : 30.09.2023
Ji Elon Muskê CEOyê Tesla û SpaceXê parvekirina "TEKNOFEST"ê

Washington DC

CEOyê Tesla û SpaceXê Elon Musk got bi çar çavan li bendê ye ku sala pêş me ew bixwe beşdarî TEKNOFESTê bibe û li ser firsendên veberhênanê yên li Tirkiyeyê hevdîtinê bike.

Musk ji ser hesabê xwe yê çapemeniya civakî Xê der barê TEKNOFESTa festîvala teknolojî, feza û hewageriyê ya herî mezin a Tirkiyeyê da daxuyanî da.

Musk vîdeoyeke ku tê da dîmenên ji TEKNOFESTê hene parve kir û hemû tîmên ku beşdarî pêşbaziyên di festîvalê da bûn pîroz kir.

Musk spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku ew vexwend TEKNOFESTê kir û got ku "Ez bi çarç çavan li bendê me ku sala bê bixwe beşdarî Teknofestê bibim û li ser firsendên veberhênanê yên li Tirkiyeyê hevdîtinê bikim."

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hefteya borî ji bo ku beşdarî Lijneya Giştî ya 78emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe çubû New Yorkê û dş çarçoveya xebatên xwe da Elon Musk qebûl kiribû.

Li gor daxuyaniya ku Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê der barê qebûlê da parve kir Serokomar Erdogan diyar kiriye ku di pêngavên ku Tirkiye di çarçoveua bernameya fezayê da diavêje û dê bên avêtin da pêkan e ku bi SpaceXê ra derfetên hevkariyê çêbin û Musk dawetî TEKNOFESTê kiribû.

- Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bersiv da Elon Musk

Ji aliyekî din Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bersiva "Em ê gelekî kêfxweş bibin ku sala bê te li TEKNOFESTa festîvala hewagerî, feza û teknolojiê ya herî mezin a dinyayê, bibînin." da Elon Muskê CEOyê Tesla û SpaceXê ku eşkere kir dê sala bê beşdarî TEKNOFESTê bibe.

Serokomar Erdogan twîta Musk a ji ser platforma çapemeniya civakî ya Xê parve kir û got ku "Birêz Elon Musk. Em ê gelekî kêfxweş bibin ku sala bê te li TEKNOFESTa festîvala hewagerî, feza û teknolojiê ya herî mezin a dinyayê, bibînin. Ez wisa bawer dikim ku em ê bi hevkariyên ku dê bi nêrîna qezenc bike - qezenc bike pêk bînin va piştgiriyên mezin bidin welatê xwe û mirovahiyê. Bi hêviya hevdîtina di demek kurt da..."

Musk di parvekirina xwe da spasiya Serokomar Erdogan kir ku ew dawetî TEKNOFESTê kiribû û gotibû ku "Ez bi çar çavan li bendê me ku sala pêş me bixwe beşdarî TEKNOFESTê bibim û li ser firsendên veberhênanê hevdîtinê bikim."

   Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın