Önder Beyter
06 Tebax 2019•Rojanekirin: 06 Tebax 2019
Midûrê Teknîkî yê Baykarê (CTO) û Serokê Heyeta Mitewelî ya Weqfa Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (Weqfa T3) Selçuk Bayraktar daxuyand ku wan prototîpa "CEZERÎ" ku dê bibe erebeya difire ya neteweyî ya yekemîn a Tirkiyeyê amade kir.

Bayraktar ji ser hesabê xwe yê Twitterê der heqê "CEZERÎ" ku dê bibe erebeya difire ya neteweyî ya yekemîn a Tirkiyeyê da daxuyanî da.

Bayraktar diyar kir ku heger hilberîna prototîpa wê kuta bibe, di TEKNOFESTê da dê bikaribe bifire. Bayraktar herwiha der heqê sêwirandina "CEZERÎ" da nêrîna şopînerên xwe pirs kir.