Zanist û teknolojî

Ceribîna firîna ewil a prototîpa duyemîn a Bayraktar AKINCI TIHAyê bi serkeftî temam bû

Midûrê Teknîkê yê Baykarê Selçuk Bayraktar: "Wesayîta me ya asîmanî hemû qonaxên ceribînê bi serkeftî temam kirin. Ji bo welat û miletê me bi xêr be"

Önder Beyter  | 14.08.2020 - Rojanekırın : 14.08.2020
Ceribîna firîna ewil a prototîpa duyemîn a Bayraktar AKINCI TIHAyê bi serkeftî temam bû

Istanbul

 Ceribîna firîna ewil a prototîpa duyemîn a Bayraktar AKINCI TIHA (Firokeya Bêfirokevan a Êrîşê) ku bi destê Baykarê bi derfetên xwemalî û neteweyî hat çêkirin, bi serkeftî temam bû.

Li gorî daxuyaniya Baykarê, prototîpa duyemîn a Bayraktar AKINCI TIHAyê, li Navenda Perwerde û Firînê ya Bayraktar AKINCI ya li Fermandariya Qada Asîmanî ya Çorluyê ceribîna firîna ewil pêk anî.

Prototîpa duyemîn a Bayraktar AKINCI TIHA di 17.28an da rabû û di firîna ceribînê ya di birêvabirina Midûrê Teknîkê yê Baykarê Selçuk Bayraktar da saetek û 2 deqîqe li hewa ma. Firoke piştî ceribînên li asîman, di 18.30î da cardin vegeriya baregeha xwe.

"Ji bo welat û miletê me bi xêr be"

Li gorî agahiya ku di daxuyaniyê da hat parvekirin, Midûrê Teknîkê yê Baykarê Selçuk Bayraktar di daxuyaniya xwe ya dema ceribînê da destnîşan kir ku firoke ji ceribînan bi serkeftî derbas bû.

Bayraktar wiha got, "Wesayîta me ya asîmanî hemû qonaxên ceribînê bi serkeftî temam kirin. Ji bo welat û miletê me bi xêr be."




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.